Paşînyan bû serkeftiyê hilbijartina Êrmenistanê

Tifaqa "Gava Min ku "Peymana Civakî"ya partiya Paşînyan pêşengiya wê dike, ji sedî 70,4ê dengan hilda.

Paşînyan bû serkeftiyê hilbijartina Êrmenistanê

Li Êrmenistanê di hilbijartina parlamenteriyê ya pêşwext da tifaqa "Gava Min" ku Serokwezîrê Berwext Nîkol Paşînyan pêşengiya wê dike, bû yekemîn. Tifaqa Gava Min ji sedî 70,4ê dengan hilda.

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Êrmenistanê encamên nefermî yên hilbijartina ku duh hat kirin, eşkere kir. Li gor encamê ji 2,5 milyon hilbijêrên qeydkirî ji sedî 46,6an deng da.

Tifaqa "Gava Min ku "Peymana Civakî"ya partiya Paşînyan pêşengiya wê dike, ji sedî 70,4ê dengan hilda.

Ji bilî tifaqa Paşînyan du partiyên din ji bendê derbas kirin û ketin meclisa Êrmenistanê. Yek jê Partiya Êrmenistanê ya Mureffehê ye ku karsaz Gagik Tsarukyan pêşengiya wê dike û ji sedî 8,2 deng hilda, ya din jî Partiya Êrmenistanê ya Ronak ku Edmon Marukyan serokatiya wê dike û ji sedî 6,3 deng hilda.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE