Serokwezîrê Ermenistan Nîkol Paşînyan ragihand ku Sererkan Onîk Gasparyan ji wezîfeyê hilda.
Paşînyan piştî bangewaziya artêşa Ermenistanê ya ji bo îstifaya wî ji ser Facebookê weşana zindî kir û axivî.
Paşînyan di axaftina xwe da bangî piştgirên xwe kir ku dakevin kolanan û got ku "Em divê şoreşê biparêzin. Em di rewşeke gelekî dijwar da ne. Min biryar da ku Sererkan ji peywirê hildim. Niha peywira herî girîng parastina îqtidara sivîlan û gel e."
Paşînyan qise kir ku berpirsyariya der barê mexlûbiyeta Ermenistanê ya li Qerebaxa Çiyayî hildide ser xwe û got ku "Hin pirsên gel ji bo rayedarên payebilind ên artêşê hene û nikarin ji van pirsan birevin."
AA