Paytextê Çandê yê Alema Îslamê ya 2020an hatin hilbijartin

Qahîreya paytexê Misrê û Buharaya bajarê Ozbekistanê wek Paytextê Çandê ya Alema Îslamê ya 2020an hatin îlankirin.

Paytextê Çandê yê Alema Îslamê ya 2020an hatin hilbijartin

Qahîreya paytexê Misrê û Buharaya bajarê Ozbekistanê wek Paytextê Çandê ya Alema Îslamê ya 2020an hatin îlankirin.

Di Bernameya Girtina Paytextê Çandê ya Alema Îslamê ya 2019 a Tunisê da Organîzasyona Zanist, Çand û Perwerdeya Îslamî (ISESCO) eşkere kir ku Qahîreya paytexê Misrê û Buharaya li herêma Asyaya Navîn wek Paytextê Çandê ya Alema Îslamê ya 2020an hatin hilbijartin.

Salim bîn Mihemed el-Malikê Midûrê Giştî yê ISESCOyê di bernameya girtinê da axivî û got ku armanca wan piştevaniya pêşketina çandî ya di nav welatên Îslamê da ye.

Malik bi bîr xist ku Tunis jî ji ber rabirdûya xwe ya kevnar û çanda xwe wek paytextê çandê ya 2019an hatibû hilbijartin. Malik diyar kir ku ISESCO dê mala li Tunisê ya Îbnî Haldunê ku ji bo piştgiriya zanist û çanda Îslamê gelek xebitiye restore bike.

Wezîrê Çandê yê Tunisê Mihemed Zeynelabîdîn jî li alema îslamê pêşxistina polîtîkayên çandî destnîşan kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE