PDK: Fealiyetên PKKyê ji bo Herêma Kurdistana Iraqê tehdid in

PDK: Fealiyetên PKKyê ji bo Herêma Kurdistana Iraqê tehdid in

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bin serokatiya Mesûd Barzanî da diyar kir ku PKKya rêxistina terorê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) karmendan dikuje û bi fealiyetên xwe yên li herêmê va ji bo gel tehdîd e.

Bedevkê PDKyê Mehmûd Mihemed daxuyaniyeke nivîskî da û hebûna PKKyê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî rexne kir.

Mihemed bal kişand ku PKK bi Herêma Kurdistanê ra ketiye nav reqabetê, ji bo jiyana gel û berjewendiyên herêmê xetere ye û got ku "PKK çendî sal e xeracê distîne û dest danîne ser malên gel û bi vî awayî nahêle ku bi sedan gund bên avakirin û gelê sivîl vegere herêmên xwe."

Mihemed destnîşan kir ku gelê HKIyê bedêla çalakiyên rêxistinê dide û da zanîn ku PKK karmendên li HKIyê dikuje û fealiyetên xwe va ji bo gel tehdîd e.

- Li Herêma Kurdistanê 515 gund bi dagirkeriya PKKyê da ye

PDK daneyeke ku di adara 2017an da weşandibû a daxuyandibû ku PKKyê li Dihokê 304, li Hewlêrê 177, li Silêmaniyê 34 bi tevahî 515 gund dagir kirine.

Tê zanîn ku PKK bi qasî 29 salan e ku gundên navborî wekî baregeh bi kar tîne û nahêle ku niştecihên gundan vegerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE