PDK û YNKyê ji ber hîleya hilbijartinê hevdu sûcdar kirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo hilbijartina parlamenteriyê ya hat kirin, îdiaya hîleyê hat kirin

PDK û YNKyê ji ber hîleya hilbijartinê hevdu sûcdar kirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo hilbijartina parlamenteriyê ya hat kirin, îdiaya hîleyê hat kirin.

Berpirsê Ofîsa Karên Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hasro Goran daxuyanî da medyaya herêmî û bêyî ku navê YNKyê hilde, qala îdiaya ku li Silêmanî û Koysancaqa navçeya Hewlêrê hîle hatiye kirin, kir.

Goran diyar kir ku wan seba herêmêm lê hîle hatine kirin serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ya Serbixwe ya HKIyê da û şikyat kir û îdia kir ku çavdêrên PDKyê li herêmên navborî rastî êrîşa fîzîkî jî hatin.

Ji aliyekî din va li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya fermî ya YNKyê hat dayîn, di nav sînorên Hewlêr û Duhokê hîle hatiye kirin û wan serî li rêyên qanûnî daye.

PDK, Goran, Yekgirtû, Komel di daxuyaniya xwe ya hevpar da gotibûn ku ew encamên hemû sandoqên Koysancaqê red dikin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE