Penaberan bertek nîşanî Îranê da

Penaberên herêma Koysenceqê piştî êrîşan ketin nav qisawetê....

Penaberan bertek nîşanî Îranê da

Penaberên kurd ên ji îranê reviyane û xwe spartine herêma kurdan a iraqê piştî êrîşên moşekê yên îranê ketin nav qisawetê. Penaberên li herêma koysenceqê dixwazin neteweyên yekbûyî wan bi parêze.

Îranê beriya çend rojan bi moşekan êrîşî kurdên penaber ên li herêma Koysenceqa herêma Kurdên İraqê kiribû.

Di êrîşan de 17 kes miribûn û zêdetirî 50 sivîl jî birîndar bûbûn.

Ji ber êrîşên Îranê penaberên li Koysenceqê niha di nav qisaweteke mezin de ne.

Ji bo protestoya êrîşan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî civiyan û xwestin li herêmê ewlehiya wan bê peydakirin.

Dibêjin ji xwe em ji ber zor û zextê Îranê reviyan lê li vir jî em ditirsin.

Dibêjin ger Neteweyên Yekbûyî vê pirsgirêka penaberan çareser neke em ê protestoyên xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE