Penaberan kampa li ser sînorê Belarûs-Polonyayê vala kir

Penaberan kampa li ser sînorê Belarûs-Polonyayê vala kir

Kesên ji bo koçî Ewropayê bikin li sînorê Belarûs-Polonyayê li kampan diman kamp bi tevahî vala kirin û derbasî herêma sergirtî ya hikûmeta Belarûsê ava kiriye bûn.

Kesên dixwastin koçî Ewropayê bikin li sînorê Grodnoya bajarê Belarûsê û daristanan bi îmkanên xwe kon vekiribûn li kampan diman êdî amûrên xwe kom kirin û ji kampê çûn.

Piraniya penaberan ji Iraqê ne lê penaberên ji Sûriye, Îran, Efxanistan û hin welatên Asya û Afrîkayê jî ji kampan çûn.

Kêm kes li kampan mabûn ew jî berêvarê ji kampan derketin û kamp bi tevahî hatin valakirin.

Komîteya Sînor a Belarûsê ji ber ku herêma sînor hat valakirin diyar kir ku êdî rojnamevan nikarin li wê herêmê wezîfeyê bikin, dikarin li navenda lojîstikê ya penaber lê sitar bûn wezîfeya xwe bikin.

Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê Belarûsê telîmat dabû û navenda lojîstikê ya li Bruzgiya herêma li sînor ji bo penaberan vegerandibûn kampê, li wê derê alîkariyên tenduristiyê, xurek, av, hijyen, lehîv û balgiyan hat dayîn.

Komên penaber 10 roj e li konan li ber hewaya sar diman û di demeke kin da derbasî navenda lojîstikê ya sergirtî bûn, ev jî balkêş bû ku gelek kes xewra çûn, zarokan lîst, dayikan zarokên xwe têr kirin, hin kesan jî nimêja xwe kir.

Rayedarên Belarûsê ji bo komên cî nedîtin ku têkevin navendê jî dest bi xebatan kirin ku ciyekî din jî ava bikin.

- Li ser axa Belarûsê qasî 7 hezar penaber hene

Di vê navberê da Berdevka Serokomariya Belarûsê Natalya Eysmontê diyar ku niha li ser axa Belarûsê nêzî 7 hezar penaber hene û di kampa ser sînorê Belarûs-Polonyayê jî nêzî 2 hezar kes dimînin. Eysmontê ragihand ku qasî 200-300 penaber jî li deverên din ên ser sînorên Belarûsê dimînin û ew kes jî ji alî hêzên Polonyayê va ber bi alî Belarûsê va hatine şandin.

- Lukaşenko ji bo korîdora mirovahî pêşniyazî da Merkel

Eysmontê got ku Serokomarê Belarûsê Lukaşenko di hevdîtina bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra kir da ji bo dawî li qeyrana penaberan bê pêşniyazek kir û wiha domand: "Li gor vê Yekîtiya Ewropayê ji bo 2 hezar merivên di kampê da dimînin korîdora mirovahiyê vedike. Ji bo 5 hezar kesên mayî jî ji bo vegerin welatê xwe û heke hewce bike alîkarî jî wê bê dayîn. Angela Merkel gorî lihevkirinê korîdoreke ber bi Almanyayê jî di nav da wê bi Yekîtiya Ewropayê ra gotûbêj bên kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Eysmontê ragihand ku Belarûs ya dikeve ser mil bi cî tîne û niha qasî 400 penaber ji bo vegerin welatê xwe qanî bûne û yên din vegerê red dikin û dixwazin derbasî Ewropaya Rojava bibin û xebatên ji bo wan jî dewam dikin.

Eysmontê diyar kir ku ew bi darê zorê tu penaberekî naşînin welatê wan û wiha domand: "Em li ser sozê xwe ne lê Yekîtiya Ewropayê tu berpirsyariya xwe bi cî nayîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE