Penaberên ev mehek bû li sînorê Yewnanistanê disekinîn ji herêmê veqetiyan.
Penaberên ku êdî hêviya wan nema ku Yewnanistanê deriyan veke ji rayedarên Îdareya Koçê ya Bajêr ra gotin dixwazin ji herêmê veqetin.
Ji penaberên din ra jî qala wê hat kirin ku mayîna li derva dibe sedema belavbûna vîrusa koronayê ya tnû (Kovîd-19). Penaberên qanî bûn jî xwestin ji herêmê herin.
Di kordinasyona Walîtiya Edirneyê da penaber li otobêsan siwar kirin û şandin mêvanxaneyan.
Penaberên di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da li mêvanxaneyan dema karantînayê temam bikin û dê wan bişînin herêman.
AA