Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence daxuyand ewê madeya pêvek a 25emîn a qanûna bingehîn bi kar neyne ku Serok Donald Trump ji wezîfeyê bê hildan.
Piştî ku xwepêşandêran li ser Kongreya Amerîkayê da girtin gelek caran bang hat kirin ku bila madeya pêvek a 25emîn a qanûna bingehîn bê bikaranîn Serok Donald Trump ji wezîfeyê bê hildan.
Li ser van bangan Pence ji Seroka Meclisa Nûneran Nany Pelosiyê ra nameyek şand.
Penc di nameyê da got ewê madeya pêvek a 25emîn a qanûna bingehîn bi kar neyne ku Serok Trump ji wezîfeyê bê hildan, lewra tu feydeya vê tevgerê ji welêt ra tune.AA