Pentagonê alîkariya Tirkiyeyê da Îspanya û Îtalyayê teqdîr kir

''Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Îspanya û Îtalyayê ra amûrên tibî şand û em vê helwestê teqdîr dikin''

Pentagonê alîkariya Tirkiyeyê da Îspanya û Îtalyayê teqdîr kir

Michael Ryanê Berpirsyarê NATO û Ewropayê yê Wezareta Parastina Amerîkayê got Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Îspanya û Îtalyayê ra amûrên tibî şand û em vê helwestê teqdîr dikin.

Ryan li Pentoganê bi rêya telekonferansê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Rûsya û Çîn li welatên NATOyê ji bo nexweşiyê dezenfrmasyonê dikin.

Ryan got ku di navbera welatên endamê NATOyê da ji bo têkoşîna dijî vîrusê hevkarî heye, li ser pirsekê got Tirkiyeyê ji Îspanya û Îtalyayê ra amûrên tibî şand û em vê helwestê teqdîr dikin. Ryan wiha pê da çû: "Îspanya û Îtalya ji bo vê alîkariyê sipasdar in. Haya min tune ku Tirkiyeyê xêncî welatên Ewropayê gelo alîkariyê dide yan nade lêbelê bide jî ez şaş û metel namînim Tirkiye welatekî gelekî merd e."

Tirkiye li fabirqeyên Wezareta Parastina Neteweyî, terzîxane û Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê bi îmkanên xwemalî amûrên tibî çêdike û wan li welatên di bin tesîra nexweşiyê da man ên wekî Îspanya û Îtalyayê belav dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE