Pentagon der barê çekên di destê YPG/PKKyê da bêdeng e

Wezareta Parastina Amerîkayê der barê çekên ku dane YPG/PKKya rexistina terorê da daxuyaniyeke eşkere neda

Pentagon der barê çekên di destê YPG/PKKyê da bêdeng e

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) a ku amadehiyan dike ji Sûriyeyê vekişe der barê çekên dane YPG/PKKya rexistina terorê da bersiveke eşkere neda.

Berdevkê Pentagonê Bînbaşı Sean Robertson pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê "li Sûriyeyê çekên dane YPG/PKKyê wê paşve bên hildan an na" da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Robertson di daxuyaniya xwe da got SDF (YPG/PKK) li herêmê dijî DEAŞê hevkarekî xurt e û wiha dewam kir: "Em der barê mijara çekên ku me dane SDFyê û bikaranîna wan a ji bo wezîfeyên taybet û sînorkirî da û ji bo armanca têkbirina DEAŞê da qedemeyek bê bidestxistin da her tim zelal tevgeriyan."

Robertson dema cara duyem ev pirs hat pirsîn bersiv neda û got li gor polîtîkaya Pentagonê ew nikare der barê operasyonan da hurgiliyan bibêje, niha ewhewl didin ji Sûriyeyê biewlehî derkevin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE