Pentagonê derbarê Sûriyeyê daxuyaniyek nû da

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman daxuyand, "Bi mebesta parastina asayişa eskerên DYAyê yên li bakurê Sûriyeyê, me ji ber rêya midaxeleya Tirkiyeyê, ya muhtemel, xwe da aliyekî."

Pentagonê derbarê Sûriyeyê daxuyaniyek nû da

Berdevkê Wezareta Beravaniya Neteweyî ya DYAyê (Pentagon) Jonathan Hoffman daxuyand, "Bi mebesta parastina asayişa eskerên DYAyê yên li bakurê Sûriyeyê, me ji ber rêya midaxeleya Tirkiyeyê, ya muhtemel, xwe da aliyekî."

Berdevkê Pentagonê Hoffman piştî biryara Serokê DYAyê Donald Trump a derbarê Sûriyeyê daxuyaniyeke nû ya nivîskî da.

Hoffman bertek nîşanê îdiayên ku goya li hember operasyona muhtmeel a Tirkiyeyê ji bo bakurê Sûriyeyê, Trump biryara vekişandina eskerên DYAyê bi Pentagonê ne şêwiriye, da û got, "Tevî wan nûçeyên xelet, nexêr berevajî, Serok ji ber operasyona muhtemel a Tirkiyeyê bi mebesta parastina eskerên DYAyê, bi Wezîr (Mark) Esper û Sererkan (Orgeneral Mark) Milley şêwirî û ev biryar da."

Berdevk Hoffman di daxuyaniya xwe de ev nirxandin kir:

"Wezaret di warê avakirina herêma ewle de li Sûriyeyê, pozisyona xwe didomîne. Mixabin Tirkiyeyê bi yekalî biryara avêtina gavê da. Di encamê de bi mebesta parastina asayişa eskerên DYAyê yên li bakurê Sûriyeyê, me ji ber rêya midaxeleya Tirkiyeyê, ya muhtemel, xwe da aliyekî. Di vê astê de hê guherînek di hebûna me ya eskerî ya li Sûriyeyê de, tune ye. "

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE