Pentagon: Em delîlên eşkere dibînin ku hêzên Ûris sûcê şer dike

Pentagon: Em delîlên eşkere dibînin ku hêzên Ûris sûcê şer dike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby diyar kir, ew dibînin ku Rûsya li Ukraynayê  sûcê şer dike û ew alîkariyê didin ku delîlên vê yekê werin berhevkirin.

Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser şerê Rûsya û Ukraynayê sekinî û wiha got, "Em di roja 26em a şer da ne. Ûris hê negihîştine wê armanca xwe ya ku seba wê bi rê ketin û hema bêje negihîştine tu hedefên xwe."

Kirby destnîşan kir, Rûsya hê neketiye bajarên wekî Xarkov, Mariupol, Çernîhîv û Kîevê, ji ber vê ye ku artêşa Rûsyayê yekser hêrs dibe.

Kirby got, "Ji ber vê hêrsê zêdetir bombeyan dibarînin û bersiv didin."

Kirby daxuyand, bombebarandin dibe sedema xerabkirinên mezin û kuştina sivîlan û wiha dewam kir, "Helbet em delîlên eşkere dibînin ku hêzên Ûris sûcê şer dikin, em alîkariyê didin ku delîlên vê yekê werin berhevkirin, lê ev pêvajoyeke lêpirsînê ye û dewam dike."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE