Pentagon: Hêzên Ûris heta 15 kîlometreya nêzî Kîevê bûne

Pentagon: Hêzên Ûris heta 15 kîlometreya nêzî Kîevê bûne

Rayedarek payebilind ê Pentagonê rewşa şerê Rûsya-Ukraynayê ji bo komek rojnameger nirxand û got: "Hêzên Ûris ên ji bakurê rojhilatê welêt va ber bi paytext Kîevê tên pêşva diçin. Hê jî nêzî Gostomelê ne û 5 kîlometre nêztirê Kîevê bûn."

Rayedar ji bo pirsa hêzên Ûris çiqas dûrî Kîevê ne jî bersiv da û got: "Bi qasî 15 kîlometreyan di navbera wan û Kîevê da mesafe heye."

Rayedar got ku artêşa Ûris ji alî rojhilat va ji du milî va ber bi Kîevê dimeşe û niha dora Çenîhîvê bi tevahî girtine.

Di berdewamiya nirxandina xwe da rayedar diyar kir ku ji 24ê Sibatê vir va wan tespît kir ku Rûsyayê 775 moşek avêtine Ukraynayê.

Der barê alîkariya eskerî ya didin Ukraynayê da jî rayedar got ku ew alîkariya xwe didomînin û di 24 saetên dawîn da alîkariyek şandine û di 24 satên pêş da jî wê pakêteke alîkariya ewlehiyê dîsa bişînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE