Pentagon ji Trump aciz e

Hat îdiakirin ku li Pentagonê eskerên pilebilind ji ber ku Trump guh nade artêşê aciz in

Pentagon ji Trump aciz e

Hat îdiakirin ku lihevnekirina Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) û Serok Donald Trump a li ser hin mijaran, peywirdarên pilebilind ên di nava artêşê da aciz dike û lewma jî gelek ji wan di axaftinên nava xwe da dibêjin ku ew ê îstifa bikin.

Edward Gallagher ku ji ber sûcê şer hat darizandin û herwiha bi wê yekê sûcdar hat dîtin ku gava di tîma taybet a hêza deryayî ya Amerîkayê Navy Sealê da li Iraqê peywir dianî cih, rêgezên şer binpê kirin. Îja Serokê Amerîkayê Trump jî biryar da ku ritbe û nîşanên Gallagher jê nestîne û li ser vê yekê di navbera Qesra Spî û Pentagonê da pirsgirêk derket.

Li milekî nîqaşên li ser mijarê berdewam in û li milê din jî li ser Sekreterê Giştî yê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Richard Spencer tê ferzkirin ku îstifa bike. Ji ber hindê vê yekê jî kir ku nîqaş gurtir bibin.

Peywirdarên wezareta parastinê ku li ser vê mijarê daxuyanî dan Politicoyê, îdia kirin ku hem ji ber biryara Trump a der heqê Gallagher da û hem jî ji ber gelek biryarên wî yên din, gelek peywirdarên pilebilind ên ji Pentagonê aciz in û difikirin ku îstifa bikin.

Peywirdar îdia dikin ku Trumpê ku li welêt wekî Serfermandar tê zanîn, guh nade zincîra komûtayê û li gorî xwe biryarê distîne.

Herwiha peywirdaran îdia kirin ku artêş ji wê yekê jî gelekî aciz e ku Trump eskerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişandin.

Ji xeynî van herwisa hat îdiakirin ku artêş ji ber kirinên Trump ên wekî, budceya artêşê ji bo dîwarê Meksîkayê xerc dike, dijî îstixdama transeksuelan e di artêşê da û îhaleya "ewr" ku wekî Teşebisa Hevbeş a Binesaziya Parastinê (JEDI) ya Pentagonê tê zanîn, ji ber nakokiya bi avakarê Amazonê Jeff Bezos ra da Microsoftê, aciz e.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE