Pentagon li hemberî daxuyaniya YPG/HDSyê ya ji bo operasyonên Türkiyeyê yên dijî PKKyê bêdeng ma

Pentagon li hemberî daxuyaniya YPG/HDSyê ya ji bo operasyonên Türkiyeyê yên dijî PKKyê bêdeng ma

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ji bo daxuyaniya YPG/HDSyê ya ku dibêje ew ji ber operasyonên Türkiyeyê yên dijî PKKya rêxistina terorê bi fikar in bersiveke rasterast neda.

Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da der barê rojevê da axivî.

Nûçegihanê AAyê ji Kirby pirsî û got: "Türkiye li herêmên çiyayî yên Iraqa Bakur dijî PKKya rêxistina terorê operasyonan dike. Lê rêxistina HSDyê ya li Sûriyeyê daxuyaniyan dide û dibêje ew ji ber operasyonên Türkiyeyê bi fikar in û vê şermezar dike. Komeke wiha ya bi bacên gelê Amerîkayê va piştgiriya wan tê kirin daxuyaniyên wiha dide û piştgiriyê dide rêxistina terorê. Ev qet vê saziyê aciz nake?", lê Kirby bersiveke rasterast neda vê pirsê.

Kirby anî ziman li Iraq û Sûriyeyê operasyonên Amerîkayê hê dewam dikin û ew li ser têkoşîna dijî DEAŞê hûr dibin û wiha dewam kir: "Wek ku em demeke dirêj e dibêjin, têkbirina DEAŞê û rêya herî baş a têkoşîna dijî DEAŞê bi hêzên herêmî ra hevkarî ye. Armanca me ya sereke jî ev e."

Nûçegihan jê pirsî "Ma qey têkoşîna dijî DEAŞê van daxuyaniyan meşrû dike?" û Kirby jî wiha bersiv da: "Ezê li vir nekevim nav mijara komên munferîd. Em li Sûriyeyê bi Hêzên DemokratîK ên Sûriyeyê ra dixebitin û ev neguheriye."

Amerîkayê ji sala 2015an vir va bi YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ra dest bi hevkariyê kiribû.

Türkiyeyê bertek nîşanî vê têkiliyê dabû, li ser pêşniyaza Washîngtonê YPG/PKKyê navê xwe wek Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) guherîbû.

Ji wir pê va Amerîka bi hezaran tir û muhimatan dide rêxistinê û mehaneya milîtanan jî dide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE