Pentagon: Li Ukraynayê pêşketina Rûsyayê li ber seknê ye

Rayedarekî payebilind ê Pentagonê der heqê şerê Rûsya-Ukraynayê da agahiya nivîskî da rojnamegeran û wiha got, "Îro roja 23yemîn e ku Rûsya Ukraynayê dagir dike. Li tevahiya welêt pêşketina Ûrisan li ber seknê ye."

Pentagon: Li Ukraynayê pêşketina Rûsyayê li ber seknê ye

Ji Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) rayedarekî payebilind daxuyand, di roja 23yem a hewildana dagirkirina Ukraynayê ya Rûsyayê da li Ukraynayê pêşketina Rûsyayê li ber seknê ye.

Rayedarekî payebilind ê Pentagonê der heqê şerê Rûsya-Ukraynayê da agahiya nivîskî da rojnamegeran û wiha got, "Îro roja 23yemîn e ku Rûsya Ukraynayê dagir dike. Li tevahiya welêt pêşketina Ûrisan li ber seknê ye."

Rayedar daxuyand, li gor çavdêriya wan li nêzî Kîevê hêzên Ûris ji aliyê bakur û rojavayê bakur va zêde nêzî bajêr nebûne, ji aliyê rojhilatê bajêr va jî hêzên Ûris di nav liv û tevgereke nû da nînin.

Rayedar daxuyand, artêşa Ukraynayê bi berxwedaneke xurt bersivê dide, yekîneyên Ûris ji aliyê Çerhînîv û Xarkovê va jî pêş neketine.

Rayedar destnîşan kir, hêzên Ûris hê li nêzî Mikolayivê ne, lêbelê Ukraynayî parastina bajêr didomînin, li Mariupolê jî artêşa Ûris bombebarandinê didomîne.

Rayedar diyar kir, qada esmanî ya Ukraynayê hê bi îxtilaf e û wiha dewam kir, "Hêzên Esmanî yên Ukraynayê hê balafiran difirîne û pergala wê ya esmanî û moşekan bi kar tîne. Ji destpêka şer vir va ji 1080yî zêdetir moşek avêtin Ukraynayê."

Rayedar got ku ji aliyê din va li Behra Reş tu liv û tevger tuneye, lê li gor nûçeyan ji aliyê rojava va nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Lvîvê êrîşên moşekan hene û ev nûçe rast in.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE