Wezareta Tenduristiyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo ku Navenda Kongreyê ya Washîngtonê ya ku li paytext Washîngton DCyê ye biguherîne nexweşxaneyê bi şirketekê ra peymaneke 18 milyon û 600 hezar dolarî îmze kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Pentagonê hat dayîn da hat diyarkirin ku di çarçoveya şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da Navenda Kongreyê ya Washîngtonê ya Walter E ji bo demekî berwext dê biguherînin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku şirketa bi navê "Hansel Phelps İnşeat" a li navenda wê Vîrgînîa ye îhaleya 18 milyon û 600 hezar dolarî sitand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku mîqdara navborî dê ji fona rewşa acîl a budçeya 2020î bê pêkanîn, xebatên înşeatê dê di 30yê gulanê da bên temamkirin.AA