Pentagonê parast ku berpirsyarê dîmenên li Balafirgeha Kabulê nîne

Pentagonê parast ku berpirsyarê dîmenên li Balafirgeha Kabulê nîne

John Kirbyyê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) berpirsyariya dîmenên tevliheviyê yên li Balafirgeha Kabulê hilneda ser xwe û îdia kir ku di mijara plana texliyeyê da temû tevdîr hildan.

Kirbyyê Berdevkê Pentagonê di civîna çapemeniyê ya li Wezaretê da der barê rewşa dawîn û xebatên texliyeyê da agahî da.

Kirby destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn li tu dereke Efxanistanê êrîşa ji hewayê nekirin û ji bo ku sîlahên Amerîkayê nekevin destê Talibanê ne îmhe kirin ne jî tiştekî wekî wê kirin.

Kirby destnîşan kir ku hin rayedaran Amerîkayê bi serokên Talibana Efxanistan hilda kontrola xwe ra diaxivin, General Frank McKenzieyê Fermandarê CENTCOMê roja yekşemê bi serokê Talibanê ra hat ba hev. Kirby destnîşan kir ku di hevdîtinê da ji Talibanê ra gotin ku dibê di dema texliyeyê da midaxeleyê nekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE