Pentagon: Qasim Silêmanî bi telîmata Trump hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê telîmat da, operasyon hat kirin û Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê hat kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin: "Artêşa Amerîkayê li ser telîmata Serok, Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê ya ku Amerîka wekî rêxistina terorê ya biyanî qebûl dike kuşt, ji bo parastina personelên Amerîkayê gaveke biryardar avêt."

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Silêmanî û Hêza Qudsê berpirsyarê kuştina bi sedan welatiyên Amerîkayê ne û wiha hat nivîsandin: "General Silêmanî wekî çalak li dijî esker û dîplomatên Amerîkayê yên li herêmê û Iraqê pîlanên êrîşê amade dikirin."

Di daxuyaniyê da wiha gotin: 

"Êrîşa 27ê berfanbarê ya bû sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên Amerîka û Iraqê jî tev Silêmanî di çend mehên dawîn da êrîş dişandin ser baregehên koalisyonê yên li Iraqê. General Silêmanî vê hefteyê êrîşên li dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê jî pesend kiribû. Ji bo Îran carekê dîsa hewla êrîşê nede ev êrîşa hat kirin. Amerîkayê ji bo parastina welatiyên me yên li dinyayê û menfaetên me hemû gavên lazim dikin biavêje."

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE