Pentagon: Rûsyayê ji sedî 20ê hêzên xwe yên li dora Kîevê kêm kir

Pentagon: Rûsyayê ji sedî 20ê hêzên xwe yên li dora Kîevê kêm kir

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) John Kirby eşkere kir, di 24 saetên dawîn da Rûsyayê ji sedî 20ê hêzên xwe yên li bakurê paytextê Ukraynayê Kîevê vekişandin ku bişîne herêmên din.

Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane da pirs bersivandin û diyar kir ku Rûsyayê hin hêzên xwe yên li dora Kîevê ber bi Belarûsê vekişand.

Kirby wiha got, "Me dît ku Rûsyayê di 24 saetên dawîn da beşeke piçûk a esker û taxbûrên xwe yên taktîk ên li dewrûbera Kîevê bicihkirî, şiqitand. Bi qasî ji sedî 20î."

Kirby detnîşan kir, hêzên vekişandî venegeriyan baregehên xwe û wiha got, "Heger Rûs di mijara kêmkirina rageşiyê da ji dil bin ku wisa îdia dikin, ew eskerên ku hatin vekişandin dê bişandana garnîzonên wan. Lêbelê vê yekê nakin."

Berdevk got ku ji sedî 20ê eskerên navborî ji dewrûbera Gostomelê vekişiyan, hin hêzên Rûs jî dest bi vekişîna ji dewrûbera Çernobîlê kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE