Pentagon: Tê texmînkirin li Kabulê hê di navbera 5 û 10 hezarî da Amerîkî hene

Pentagon: Tê texmînkirin li Kabulê hê di navbera 5 û 10 hezarî da Amerîkî hene

 Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyand tê texmînkirin ku li Kabula paytextê Efxanistanê hê di navbera 5 û 10 hezarî da Amerîkî hene.

Berdevkê Pentagonê John Kîrby ji televizyona CNNê ra wiha daxuyand: “Em teqez difikirin ku bi hezaran Amerîkî hene. Hejmareke me ya eşkere tune. Îxtimala herî baş li nêzîkî Kabulê hê di navbera 5 û 10 hezarî da Amerîkî hene."

Kîrby got Wezareta Karên Derva ji bo Amerîkiyan peyamek weşand û agahî da wan ku ew ê çawa rêz bibin û herin balafirgehê.

Kîrby got Amerîkiyên li Kabulê bila herin Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Karzaî û dest bi kar û barên seferên xwe bikin.

- Pêvajoya bidestxistina welêt ya Talibanê

Li gor peymana di navbera Amerîka û Talibanê da ya Sibata 2020î hêzên navneteweyî ji Efxanistanê vekişiyan.

Li gor vê peymanê Talibanê êrîşî hêzên biyanî neke, lê ji bo hêzên Efxan tu hikmek nehat dayîn.

Talibanê ji meha hezîranê pê va Efxanistanê êrîşên xwe zêde kir û yek bi yek navçeyan bi dest xist. Di nav meha dawîn da jî navendên wîlayetan bi dest xist.

Serokomar Eşref Ganî di 15ê tebaxê da terka welêt kir û hêzên hikûmetê jî ji paytextê derketin.

Talibanê bê pevçûn kontrola payetx Labulê bi dest xist. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE