Pentagon wê eskerên zêde bişîne ser sînorê Meksîkayê

Pentagon ji bo ku pêşî li ber penaberên dereqanûnî bigre da ku nekevin welêt, diyar kir ku wê 3 hezar û 750 eskerên din jî bişînin ber sînorê Meksîkayê

Pentagon wê eskerên zêde bişîne ser sînorê Meksîkayê

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ji bo ku pêşî li ber penaberên dereqanûnî bigre da ku nekevin welêt, diyar kir ku wê 3 hezar û 750 eskerên din jî bişînin ber sînorê Meksîkayê.

Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Pentagonê hat dayîn, wezîfeya eskerên zêde yên navborî 90 şev in.

Pentagonê diyar kir, bi eskerên ku berî niha ji bo piştgiriya Yekeya Mihafezekirina Gumrik û Sînoran (CBP) şand va hejmara eskeran derket 4 hezar û 350yî.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku esker ji bo ku pêşî li ber penaberên dereqanûnî yên ku ji welatên Amerîkaya Latîn radibin û ser sînorê Meksîkayê ra derbasî Amerîkayê dibin, were girtin, wê piştgiriyê bidin CBPyê û di heman demê da wezîfeya çavdêriya mobîl jî bikin.

Patrick Shanahanê ku wekîltiya Wezareta Parastinê dike, hefteya çûyî daxuyanî dabû û gotibû ku dibe ku ew "bi hezaran" esker bişînin ber sînorê başûr.

Pentagonê di meha mijdarê da li dijî kerwana penaberan a ku ji Amerîkaya Navîn ber bi Amerîkayê va tên, 5 hezar û 900 esker şandibû ber sînorê Meksîkayê. Paşê qismekî eskeran di 31ê rêbendanê da vekişiyabûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE