- Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê got ku ew Xeta Xezeyê teqez nadin Serokê Filistînê Mehmûd Ebas.
Netanyahu daxuyanî da rojnameya Israel Hayomê û got ku cudabûna rêvebiriyên Xeze û Şerîeya Rojava ji bo Îsraîlê tiştekî xirab nîne û wiha got:
"Xeta Xezeyê divê were dagirkirin û li gorî wê rêveberiya wê bê avakirin. Em Xeta Xezeyê teqez teslimî Serokê Filistînê Mehmûd Ebas nakin."
Netanyahu got ku Ebas pereyê ku dida Xezeye ev demek e car caran dibire û bi vê hereketê dixwazê li herêmê bibe sedema nîqaşê.
Netanyahu destnîşan kir ku Qeter ji Ebas re pereyan dişîne û bi vê alîkariyê tesîra dorpeçê li ser wan kêm dibe.
Rêvebiriya Filistînê jî daxuyaniyek da û got ku Netanyahu bi vê daxuyaniyê dixwaze perçebûna li herêmê bidome û ev gotin nayê qebûlkirin.
AA