Rûsyayê, pergala parastina hewayê s-300 teslîmî sûriyeyê kir.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, di civîna konseya ewlehiyê de behsa tevdîrên ewlehiyê yên li Sûriyê kir.
Şoygu got ligel pergala parastina hewayê ya S-300’ê, 49 cîhazên teknîk ên leşkerî jî hatine teslîmkirin.
Meha borî, balafireke şer a Rûsyayê ku 15 leşkerên rûs tê de bûn û li ser Sûriyê kişf dikir ji aliyê pergala Parastina Hewayê ya Sûriyê ve hatibû xistin.
Rêveberiya Rûsyayê beriya niha, teslîmkirina pergala parastina hewayê ya S-300ê betal kiribû. Lê li ser vê bûyerê diyar kir ku dê pergalê teslîm bike.