Perwerdeya ji bo penaberan

Mamosteya dilxwaz ji bo xwendekarên Sûriyeyî û Gazzeyî dersa Îngilizî dide

Perwerdeya ji bo penaberan

Li Gaziantepê, mamosteya Îngilizî Zehra Sarı, tevî dersên xwe, bi dilxwazî dersa Îngilizî dide zarokên Gazzeyî û Sûrıyeyî. Mamoste ji dûr ve bi riya zoomê perwerde dide.

Gelek zarok ji şerê rojhilata navîn reviyane li çar aliyên cîhanê belav bûne…

Ji bo perwerdeya wan, tevî dewletê, bi teşebusên ferdî yên bi dilxwazî jî fedekariyeke mezin tê dayîn.

Zehra Sariya ku li Gaziantepê mamostetiyê dike, ligel karê xwe xizmetê dide xwendekarên penaber.

Xwendekarên ku ji Sûriye û Gazzeyê hatine bi riya Zehra Sari hînî Îngilizî dibin.

Ji ber pandemiyê xwendekar li ser înternetê beşdarî dersan dibin.

Xwendekarên mamosteyê jî bi saya vê xizmetê, telebeyêna ji çar aliyên cîhanê nas dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE