Pevçûnên di navbera YPG/PKK û Artêşa Sûriyeya Azad da

Ji ber ku endamên YPG/PKKya rêxistina terorê xwestin bikevin rojavayê navçeya Babê di navbera YPG/PKK û Artêşa Sûriyeya Azad da pevçûn derket

Pevçûnên di navbera YPG/PKK û Artêşa Sûriyeya Azad da

Ji ber ku endamên YPG/PKKya rêxistina terorê xwestin bikevin rojavayê navçeya Babê di navbera YPG/PKK û Artêşa Sûriyeya Azad da pevçûn derket.

Duh bi şev YPG/PKKyê li rojavayê Babê xwest ku bikeve gundê Dîklabaşê ku di destê Artêşa Sûriyeya Azad da ye û pevçûn derket.

Li gor agahiyan di heman demê da YPG/PKKyê li başûrê Ezezê ji herêma Kefer Karşinê xwest ku êrîşî Artêşa Sûriyeya Azad bike û Artêşa Sûriyeya Azad êrîşê têk bir.

- Êrîşî Efrînê kirin

Duh bi şev jî YPG/PKKyê li başûrê Efrînê li herêma Kîmarê êrîşî mixalifan kir û Artêşa Sûriyeya Azad êrîşa rêxistinê têk bir û obusên Artêşa Tirkiyeyê kozikên YPG/PKKyê bombe kirin.

Piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê YPG/PKKya ji Efrînê hat derxistin hê jî li başûrê Efrînê di herêma Tel Rifatê da ye û pirî caran êrîşî ciyên di destê Artêşa Sûriyeya Azad da ye dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE