Pevçûnên li sînorê Ermenistan-Azerbaycanê dîsa gur bûn

Artêşa Ermenistanê dijî kozikên Azerbaycanê yên li sînor teşebûsa êrîşê kir, gule berdan ser cî û warên sivîlan.

Pevçûnên li sînorê Ermenistan-Azerbaycanê dîsa gur bûn

Artêşa Ermenistanê dijî kozikên Azerbaycanê yên li sînor teşebûsa êrîşê kir, gule berdan ser cî û warên sivîlan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê hêzên Ermenî vî sibehê êrîşî kozikên Azerbeycanê yên li bajarê Towuzê kirin. Artêşa Ermenistanê Axdam, Dondar Kuşçu û Wahîtliya gundên Towuzê bi çekên mezin û topên hewanê da ber guleyan. Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji sivîlan tu kes nemiriye.

Hat ragihandin ku li herêmê pevçûn dewam dikin û rewş di bin kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.

Hat ragihandin ku dê agahiyên din ên der barê mijarê da paşê bên dayîn.

- Di 12ê tîrmehê da teşebûsa êrîşê hatibû kirin

Artêşa Ermenistanê di 12ê tîrmehê da guleyên topê jî di nav da li herêma Towuzê teşebûsa êrîşa dijî kozikên Azerbaycanê kiribû. Artêşa Azerbaycanê bersiv dabû li ser wê kuştiyan wan çêbûbûn û paşda vekişiyabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE