Peyamên Trump ên li ser Twîtterê hatin lêkolînkirin

Rojnameya Amerîkayê New York Tîmesê li ser 11 hezarî zêdetir peyamên Trump ên li ser Twîtterê belav dike lêkolînek kir

Peyamên Trump ên li ser Twîtterê hatin lêkolînkirin

Hat tespîtkirin peyamên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Twîtterê belav dike rasterast êrîşî hin mirovan an jî saziyan dikin.

Rojnameya Amerîkayê New York Tîmesê li ser 11 hezarî zêdetir peyamên Trump ên li ser Twîtterê belav dike lêkolînek kir.

New York Tîmesê daxuyand Trump li gor serokên din ên Amerîkayê medyaya civakî zêdetir bi kar tîne, li ser Twîtterê pesnê xwe dide û dijî mixalifan peyaman dinivîse.

Rojnameyê got nîvê peyamên Trump dijî kesên wî rexne dikin, kesên dixwazin hilbijartina serokatiyê divê bê lêkolînkirin ku destê Rûsyayê di hilbijartinan da heye an na bê fêmkirin, avakerê Amazonê Jeff Bezos û werzişvanên reşik ên li ber sirûda neteweyî ya Amerîkayê rêz negirtin hatine nivîsandin.

Hat gotin di serî da Rûsya û Çîn saziyên îstixbaratê yê gelek welatan li bin peyamên Trump teoriyên komployê û agahiyên şaş dinîvîsin û Trump jî ji van herî kêm 154 heb parve kirine.

Li gor agahiya New York Tîmesê Trump tenê 47 kesan dişopîne, 570 caran bi peyamên xwe va êrîşî koçberan kiriye, 132 caran pesnê dîktatoran daye, 36 caran gotiye medya dijminê gel e û 16 caran jî nivîsandiye wek serok her kes ji wî hez dike.

Hat destnîşankirin Trump wezîran ji wezîfeyê derxistinê bigre heta karên dîplomatîk gelek tiştan parve dike, şêwirmendên wî ji Twîtterê ra gotine peyamên Trump 15 deqîqe dereng biweşîne.

Hat îdiakirin Trump twêtên xwe bi Dîrektorê Medyaya Civakî ya Qesra Sprî Dan Scavîno dide nivîsandin, ew peyaman li ser kaxizê bi tîpên mezin dinîvîse ku nîşanî Trump bide û piştî Trump dibêje "temam" ew tweetan parve dike.

Ji bilî vê hat gotin Trump serê sibê dema televîzyona Fox Newsê temaşe dike di navbera saet 6 û 10an da peyaman dinîvîse û dev davêje kesan.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE