Peymana agirbestê ya Îsraîl û Hemasê

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê da derketin Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê qebûl kiriye ku êrîşên ji 10ê Gulanê vir va li ser Xezeya dorpêçkirî didomin bidin sekinandin û agirbestê çêkin.

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Hemasê

Peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Misrê di navbera Îsraîl û Hemasê da li ser esasê "dualî û di heman demê" da çêbû di saet 02.00an da dest pê kir.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê da derketin Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê qebûl kiriye ku êrîşên ji 10ê Gulanê vir va li ser Xezeya dorpêçkirî didomin bidin sekinandin û agirbestê çêkin.

Berdevkê Hemasê Samî Ebû Zuhrî jî piştrast kiribû ku agirbesta li Xezeyê bi saeta herêmî îşev wê di 02.00an da dest pê bike.

Balafirên şer yên Îsraîlê ji agirbestê ra saeteke mabû hê jî êrîşî Xezeyê dikirin. Seriyeyên Qudsê ku şaxa çekdar ya Herekata Cîhadê ya Îslamî ye destnîşan kiribû ji ber êrîşan moşekan diavêjin herêmên li derdora Xezeyê.

Ji ber êrîşên dijî Xezeyê ku ji 10ê Gulanê vir va didomîn 65 jê zarok, 39 jê jin 232 Filistînî hatibûn kuştin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE