Peymana Hewlêr-Bexdayê dibe ku nehêle Şengal bibe "Qendîla duyemîn"

Peymana Şengalê ku di navbera Bexda û Hewlêrê da 9ê cotmehê hat îmzekirin û armanca wê ew e ku hebûna PKKyê ya li Şengala navçeya Mûsilê bi dawî bike, hem ji bo PKKyê hem ji bo HKIyê û hem jî ji bo Iraq û welatên herêmê deriyê pêvajoyeke krîtîk vekir

Peymana Hewlêr-Bexdayê dibe ku nehêle Şengal bibe "Qendîla duyemîn"

Peymana Şengalê ku di navbera Bexda û Hewlêrê da 9ê cotmehê hat îmzekirin û armanca wê ew e ku hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Şengala navçeya Mûsilê bi dawî bike, hem ji bo PKKyê, hem ji bo Herêma Kurdistana Iraqê û hem jî ji bo Iraq û welatên herêmê deriyê pêvajoyeke krîtîk vekir.

Heger peyman were cîbicîkirin, rêxistina ku ji 2014an vir va li Şengalê fealiyetên eskerî û siyasî dimeşîne, dê derbeyeke giran bixwe, Êzdî dê ji vegerê ewle bin, Herêma Kurdistanê dê fişara rêxistinê ya ku li herêmê pejal dide kêm bike û herî girîng jî dibe ku serdemeke wiha dest pê bike ku rê li wê yekê bigire ku Şengal nebe "Qendîla duyemîn". Ji aliyekî din va ji ber atmosfera guherbar a siyasî ya Iraqê, midaxeleyên dereke, bandora komên milîs ên dervayî dewletê, bêîstiqrariya ku rê li rêxistinên terorê xweş dike û her wiha ji ber ku Şengal li wê herêmê ye ku di navbera Bexda û Hewlêrê da li ser statuya wê nakokî heye, mirov bi hêsanî dikare texmîn bike ku cîbicîkirina vê peymanê ne ewçend hêsan e.

- Vegotina serweriya Iraqê

Li Iraqê di sedemeke ku krîza hikûmetê, protesto, pirsgirêkên aborî, şewba Kovîd-19ê û rageşiya Amerîka-Îranê serdest in da Mistefa el-Kazimî di gulanê da peywira serokwezîriyê hilda ser milê xwe û her wisa çawa dest bi peywirê kir jî dest avêt brokrasiya ewlekariyê û di saziyên dewletê yên krîtîk da tayînên nû derxistin û bi vê va jî derbe li tehekuma komên diyar ên ku ji ser pergala kotayê li berjewendiyên xwe mêze dikin, xist. Kazimiyê ku her carê balê dikişîne ser serwerî û yekîtiya Iraqê, diyar e ku bi heman motîvasyonê rabû û bi hemleya xwe ya dawîn a ji bo dawîlêanîna hebûna PKKyê ya li Şengalê ya ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê jê razî nînin, hate pêş.

Di hezîrana 2014an da rêxistina terorê DEAŞê bajarê herî mezin ê duyemîn ê welêt Mûsil kontrol kiribû û di 3yê tebaxê da jî êrîşî Şengala ku niştecihên wê bi piranî Êzdî ne kiribû û her wiha bi hezaran însan kuştibûn, bi hezaran jin û zarok jî revandibûn. Niha digel ku di ser vê dîrokê ra 6 sal derbas bûye jî gelek jin û zarok li bendê ne ku bên xilaskirin û gelek ji wan jî li kampan di nav şertên giran da li ber xwe didin ku jiyana xwe bidomînin. Gelek Êzdî ji ber fikarên siyasî û ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe yên li Şengalê û di vê da tesîra PKK û Heşdî Şabiya rêxistina mezin a komên milîs ên li Iraqê ye heye û ev yek ji zirarê dide gotina desthilatdariyê ya Kazimî. Ji aliyê din va Kazimî ji selefên xwe cudatir di 10-11ê îlonê da dema ziyareta xwe ya hemû wilayetên Herêma Kurdistanê da li kampên li Dihokê bi penaber û Êzdiyên nikarin vegerin Şengalê ra hatin ba hev û vê yekê jî peyama xwedî li hemû mexdûrên li welêt derdikevin da, pişt ra Peymana Şengalê ya ku dê desthilatdariya hikûmeta navendî xurt bike hat û ev yek jî nîşan dide ku hemleyên di vî warî da dê dewam bikin.

Digel heyeta Herêma Kurdistanê û nûnerên civaka Êzdî Jeanîne Hennîsa Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî beşdarî civîna ji bo Peymana Şengalê ya ku bi serokatiya Kazimî li Bexdayê hat kirin bû, ev yek jî dibe ku bibe nîşaneya hewldanên aşkirina raya giştî ya navneteweyî. Dema mirov bandora êşa Êzdiyan a li ser raya giştî ya navneteweyî dide ber çavan ev rewş dibe ku wekî serokwezîrê Iraqê ji bo ku tesîra Îranê bixe hevkêşê dixwaze bi welatên rojavayî û saziyên navneteweyî ra têkiliyên xwe xurt bigire bê şîrovekirin. Lewra ji bo civînê beşdariya Nûnera Taybet a Iraqê û kêfxweşiya Amerîkayê ya ji ber peymanê nîşan dide ku hevkêşa Rojava ya ku Kazimî hember Îranê lê digere bêbersiv nemaye.

- Plana "kanton"ê ya PKKyê ya li Şengalê

PKKya rêxistina terorê di kanûna paşîn a 2015an da li Şengalê kanton îlan kir û bi navê "Parlementoya Avakirina Şengalê" saziyek ava kir, ji wê dîrokê vir va ji ser birêvebiriya herêmî ya fiîlî ya li Şengalê û hêmanên çekdar teşebûsên xwe yên ji bo ku projeyên kanton yên li bakurê Sûriyeyê belavî herêmên binîqaş ên di navbera Iraq û HKIyê da bike didomîne. Her wiha ji bo ku şeht li têkiliyên di navbera Êzdî û birêvebiriya Herêma Kurdistanê bide jî îdiaya di êrîşa DEAŞê ya di sala 2014an da pêşmergeyan Êzdî tenê hiştin û ji Şengalê vekişiya diparêze. Ev polîtîkaya PKKyê dibe sedem ku ji 2014an ku li herêmê bi cî bûye vir va bi birêvebriya Hewlêrê ra rageşî zêde bibin û gelek penaberên Êzdî yên piştî ku herêm ji DEAŞê hat rizgarkirin dixwazin vegerin malên xwe li kampên penaberan têkoşîna jiyanê bidin.

PKK îdia dike ku qaşo "Meclisa Xweser" a li herêmê tevlî Peymana Şengalê ya li di navbera Bexda û Hewlêrê da nekirine, di fikaran da ye ku ew ê çalakiya wê ya li vê derê were bidawîkirin ev jî ji bo hebûna wê ya li bakurê Sûriyeyê tehdîd e ji ber vê li dijî derdikeve.

Bexdaya dibêje ew ê destûrê nede ku Şengal bibe Qendîla duduyan bi dengekî kêm va li dijî operasyonên Tirkiye dibe ser hedefên PKKyê yên li bakurê Iraqê derdikeve jî ji bo li Şengalê bidawîkirina hebûna PKKyê peyman îmze kir ev jî polîtîkayên Enqereyê yên li ser herêmê qewîn dikin. Tirkiyeyê berê jî operasyon biribûn ser hedefên PKKyê yên li Şengalê û got amade ye ku hevkarî û piştgiriyê bide têkoşîna dijî terorê û îstiqrara Şengalê ya piştî peymana Bexda-Hewlêrê. Ev jî nîşan dide ku polîtîkaya destûrê nade Şengal bibe Qendîla duduyan dewam dike.

Heke Bexda û Hewlêr di peymanê da semîmî tev bigerin pêvajoya ji bo têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê ra jî ew ê kêr were, dibe ku ziyaretên di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê da werin kirin û rojev li ser hebûna PKKyê ya li Şengalê be. Heke Tirkiye di pêkanîna peymanê da israr bike û bîne bîra aliyan jî ew ê kêrî polîtîkayên li ser herêmê yên Enqereyê, gelê Şengal, Herêma Kurdistanê û Iraqê were.

- Pîlanên ser Şengalê yên Îran û Heşdî Şebiyê

Di çarçoveya Peymana Şengalê da ji bo pêkanîna sikûnetê qasî PKKyê dibê Heşdî Şebî jî herêmê were derxistin. Komên Şiî yên li Iraqê ku Îran piştgiriyê dide wan piştî ku General Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê di êrîşa Amerîkayê da hatin kuştin êrîşan dibin ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê û misyonên dîplomatîk.

Amerîkayê ji rêvebiriya Iraqê ra got ku heke hûn pêşî li êrîşên komên şîe negirin, ew ê balyozxaneya xwe bigrin û bi rê û rêbazên xwe têkoşînê bidin. Piştî peyama Amerîkayê van koman daxuyand ku wan navber da êrîşên xwe. Ev geşedan û Peymana Şengalê di heman heyamê da çêbûn. Kazimî dixwaze li tevahiya Iraqê şîeyan têxe bin kontrola dewletê. Di konjoktora heyî da dibe ku li Şengalê jî destê Kazimî xurt bibe da ku şîeyan kontrol bike.

Digel vê yekê, di navbera Êzdiyên ku li Şengalê bi artêşa Iraqê, Heşda Şebî, PKK û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ra têkildar in da yekîtiyek tuneye. Dibe ku Heşda Şebî nehêle di navbera Bexda û Hewlêrê da rêvebiriyeke hevpar were avakirin. Lewra ji sala 2017an vir va Heşda Şebî li Şengalê serdest e û Şengal ji bo Îranê seba derbasbûna navbera Iraq û Sûriyeyê ji aliyê jeopolîtîk va girîng e. Wexta hat daxuyandin ku hêzên Heşda Şebî wê ji navçeya Şengalê werin derxistin, Qeys el-Xezaliyê pêşengê Esaîb Ehlîl Heqê ku komeke Heşda Şebiyê ye, bertek nîşanî daxuyaniyan dabû. Ev jî nîşan dide ku komên Îran piştgiriyê dide wan, ji peymanê razî nînin. Heke ku herêm têkeve kontrola pêşmerge û hikûmeta navendî, îhtimal heye ku milîsên şîe ji bo mayîna li herêmê israr bikin an jî têkiliyên xwe û PKKyê xurt bikin. Heşda Şebî li herêmê mehaneyê dide hêzên herêmî yên PKKyê. Dema em bala xwe didin vê yekê, ji hevsengiyê tê fêmkirin ku Kazimî çima dixwaze li Şengalê li dijî PKK û Heşda Şebiyê tevkariya artêşa Iraqê û pêşmergeyan derdixe pêş.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî beriya hilbijartiyan pêşwext ku daxuyandibû wê di 6ê hezîrana 2021ê da were kirin, heke seba sepandina Peymana Şengalê gavan bavêje, îhtimal heye ku li herêmê îstiqrar çêbibe. Heke na, ku serokwezîrekî nû wê nikaribe ji ber rewşa guherbar a Iraqê û atmosfera siyasî ya şerker peymanê bisepîne. Ev jî di nava îhtimalan da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE