John Kîrbyê Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî diyar kir ku ji ber peymana ku di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat îmzekirin kir.
Kîrby li Qesra Spî daxuyanî dan rojnamevanan û der barê îmzekirina "Belgeya Teşebûsa Bi Awayekî Ewledar ji Bêndergehên Ukraynayê Sewqkirina Madeyên Xurekê û Dexlê" ya ku di himayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hat îmzekirin axivî.
Kîrby got "Amerîka ji ber vê pêngavê kêfxweş e. Em ji ber serokatiya wan a dîplomatîk a di çêkirina vê peymanê da spasiya Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dikin."
Kîrby diyar kir ku heke Rûsya guh bide peymanê dê peyamn bi ser bikeve ê got ku dê ji nêz va tetbîqkirina peymanê bişopînin.
Kîrby destnîşan kir ku di heman demê da madeyên xurekê ê dexlên ku ji Ukraynayê tên derxistin dû ji ser Tirkiyeyê bên firotin û nirxandina "Ev encama xebateke dijwar e û ji ber ku di vir da serokatî kirin em minetdarê Serokomar Erdogan û Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ne. Ev nîşaneyeke erênî ye."
AA