Piraniya Amerîkayiyan ji Trump razî nînin

Di anketeke li Amerîkayê hat kirin da rêjeya kesên ji Trump razî nînin derket ji sedî 60î. Ji kesên beşdarî ankêtê bûn sedî 49ên wan xwestin ku bila pêvajoya ezlê ji bo Trump dest pê bike.

Piraniya Amerîkayiyan ji Trump razî nînin

Hat ragihandin ku li Amerîkayê rêjeya hilbijêrên ji Donald Trump ê Serokê Amerîkayê ye razî nînin ji sedî 60 e.

Ankêta ku ji hêla rojnameya Washington Post û ABC Newsê va hat kirin da derket holê ku ji nîvî zêdetir ên hilbijêrên Amerîkayî dijî Trump in.

Di ankêtê da ji beşdarbûyan hat pirsîn: "Hûn wezîfeya ku Donald Trump wek serok dike diecibînin?" ji sedî 60ê beşdarbûyan gotin "na" û yên bersiva "erê" jî dan ji sedî 36 bûn.

Ankêt di navbera 26 û 29ê Tebaxê da hat kirin. Ev ankêt piştî ku midûrê kampanyaya berê yê Trump Paul Manafort ji ber sûcên sextekariya bac û bankeyan dihat darizandin û parêzerê Trump ê berê Michael Cohen jî qebûl kir ku wî ji bo jinên Trump bi wan ra têkilî daniye dengê xwe dernexin, bi dereqanûnî pere razandiye hesabê wan, hat kirin.

Ji sedî 61ên beşdarî ankêtê bûn gotin ku "Trump heke ji bo razandina pere telîmat dabe Cohen sûcdar e" û yên ku gotin "na ew ne sûcdar e" jî sedî 31ê da man.

Di nav kesên beşdarî ankêtê bûn da ji sedî 49ên wan dixwazin ku bila Kongre pêvajoya ezlê bide destpêkirin û Trump bi darizandinê ji wezîfeyê bê dûrxistin lê ji sedî 46ên wan jî li dijî destpêkirina pêvajoya ezilkirinê ne.

Ji bo ankêta ku di asta neteweyî da hat kirin hezar û 3 kes tevlî bûn û rêjeya şaşkirinê jî ji sedî 3,5 hat qebûlkirin.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2018, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE