Piraniya Îngilizan bi parlamento û hikûmetê bawer nînin

Li gor anketa ku kanala Sky Newsê kir ji sedî 69ê gelê Îngiliz bi parlamentoyê, ji sedî 59 bi YEyê, ji sedî 62yê û ji sedî 62 jî hikûmetê bawer nînin

Piraniya Îngilizan bi parlamento û hikûmetê bawer nînin

Li gor anketa ku kanala Sky Newsê kir, piraniya Îngilizan bi parlamento û hikûmetê bawer nînin.

Li welêt di navbera 9 û 14ê cotmehê da bi hezar û 563 kesan ra anket hat kirin û li gor anketê nîqaşên cihêbûna (Brexit) ji Yekîtiya Ewropayê û ji ber tevdîrên teserufê zêdenekirina heqan tesîreke neyênî li ser gelê Îngiliz çêkir.

Li gor anketê ji sedî 69ê gelê Îngiliz bi parlamentoyê, ji sedî 59 jî bi YEyê bawer nîne.

Ji sedî 62yê gel pirsa "Hûn bi hikûmetê bawer in?" wek "na" bersivandin.

Ji sedî 46ê kesên ku beşdarî anketê bûn gotin ku ew ji Serokwezîr Boris Johnson xweş in, lê ji sedî 49an jî got ku ew jê nexweş in.

Li gor anketê gel ji bo aboriyê jî reşbîn e. Hema bêje ji pênc kesan sê kesî got ku di 12 mehên dawîn da aboriya welêt xerabtir bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE