"Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKKê re ye, ne bi Kurdên Sûriyeyê re"

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got, "Take daxwaza me ew e ku Kurd mesafeyê bixin navbera xwe û PKKê. PKKê xwest ku ji ser Sûriyeyê xwe rewa bide nîşandan û îro mixabin rewş gihişt vê astê"

"Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKKê re ye, ne bi Kurdên Sûriyeyê re"

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got, "Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKKya rêxistina terorê re ye, ne bi Kurdên Sûriyeyê re."

Barzanî di panêlekê de ku ji aliyê Enstituya Lêkolînên Rojhilata Naverast (MERI) ku navenda wê li Hewlêrê ye, hat lidarxistin de, derbarê Sûriye û PKKê de nirxandin kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê yekê kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdên Sûriyeyê re tune ye û got, "Di serî de jî pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKKê re ye, ne bi Kurdên Sûriyeyê re."

Barzanî destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ya wekî "Em bi ti hawî tehemmula wê yekê nakin ku di nava sînorên me û Sûriyeyê de paçikên PKKê bêne daleqandin" bi wî ragihandine û got, "Me hewl da ku em bêjin ev ji bo xwîşk û birayên me yên wêderê talûke ne."

Serokê HKIyê Barzanî bertek nîşanî hebûna PKKê ya li Sûriyeyê da û got, "Take daxwaza me ew e ku Kurd mesafeyê bixin navbera xwe û PKKê. PKKê xwest ku ji ser Sûriyeyê xwe rewa bide nîşandan û îro mixabin rewş gihişt vê astê."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE