Pirtûka Serok Erdogan li New Yorkê di ekranên led da hat nasandin

Pirtûka Serok Erdogan li New Yorkê di ekranên led da hat nasandin

Pirtûka "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" a ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nivîsiye, bi organîzasyona Serokatiya Ragihandinê li kuçe û kolanên navenda New Yorkê û li Meydana Timesê di ekranên led da hat nasandin.

Bi wesîleya nasandina pirtûka "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" a Serokomar Erdogan, di ekranên led ên ser kuçe kolanên sereke yên New Yorkê da, di hin ekranên led ên Meydana Timesê da û li ser kamyonên seyar hat nasandin.

Nasandin bi organîzasyona Serokatiya Ragihandinê hat kirin û pirtûka Serokomar Erdogan bi wêneyan Îngilizî hat nasandin.

Bê edaletî, krîza penaberan, terorîzma navneteweyî û dijayetiya Îslamê di serî da pirtûk behsa pirsgirêkên siyaseta kurewî dike. Pirtûkê bi diyarî bidin pêşengên welatên ku endam in û Serokomar Erdogan wê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da bi wan ra hevdîtinê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE