Pisporê Nivîsa Bizmarî Mehdî Bedewî, li Hewlêra herêma kurdan dijî. mehdî, gelek berhemên bizmarî xwendine. niha dixwaze li Tirkiyê jî beşdarî xebatên li ser nivîsên bizmarî bibe.
Li hemû dinyayê tenê çend kes dizanin nivîsên bizmarî bixwînin.
Yek ji wan jî Mehdî Bedewî ye.
Bedewî ji Hewlêra bajarê herêma kurdan e û hê jî li wir dijî.
Pisporê nivîsa bizmarî li Iraq û welatên din beşdarî gelek xebatan bûye.
Zanayê pispor binê xaniyê xwe kiriye pirtûkxane.
Li wir him dixwîne, him jî bi xetên bizmarî ayetên Qurana Kerîm dinivisîne.
Mehdî Bedewî gelekî dixwaze ku bê Tirkiyê û beşdarî lêkolînên li ser nivîsên bizmarî bibe