Piştî Fransayê îcar Îngiltere seba YPG/PKKyê ket dewrê

Piştî Fransayê îcar Îngiltere ket dewrê ku navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û Kurdên mixalif çêke

Piştî Fransayê îcar Îngiltere seba YPG/PKKyê ket dewrê

Piştî Fransayê îcar Îngiltere ket dewrê ku navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û Kurdên mixalif çêke.

Li gor agahiya ku ji Encûmana Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê (ENKS) hat hildan, piştî ku Fransa ket dewrê ku pirsgirêkên navbera YPG/PKKyê û ENKSya nûnerê meşrû yê Kurdên mixalif ên Sûriyeyê çareser bike, lê tiştek jê derneket, îcar Îngiltere ket dewrê.

Fransî di serê tîrmehê da bi nûnerên ENKSyê ra rûniştibûn û teklîf kiribûn ku wan û YPG/PKKyê "li hev bînin".

Rayedarên Fransî ji ENKSyê ra pêşniyaz kirin ku li herêmên rêxistinê îşxal kirine ofîsan vekin, lê ENKSyê di nav xwe li hev nekir.

Li ser vê duh sibê heyeteke Îngiliz li ser rêdayîna Amerîkayê ji bo ku li ser heman mijarê biaxivin çûn Qamişloyê.

Hat gotin ku temasên rayedarên Îngilizan dewam dikin, helwesta ENKSyê wê li gor pêşniyazên heyetê diyar bibe.

- Pirsgirêka navbera YPG/PKK û ENKSyê

YPG/PKKya rêxistina terorê xwe wek nûnerê Kurdên Sûriyeyê dibîne, li herêmên ku bi zora çekê dagir kirine nahêle dengê mixalifan derkeve.

Rêxistinê berî niha gelek caran endamên ENKSyê girtin, ofîsên partiyên siyasî yên ENKSyê şewitandin an jî deriyên wan dadan.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Tebax 2019, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE