Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî diyar kir PKKya rêxistina terorê ya ku li Şêngala navçeya Mûsilê bi cih bûye dibe sedema aloziyê û divê demildest rêxistin wê derê biterikîne.
Dîzayî der barê PKKya ku li herêmê bi cih bûye, hikûmeta ev 8 meh e nehatiye avakirin û veberhênanên şirketên ji Tirkiyeyê yên li herêmê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Di daxuyaniya xwe da Dîzayî got ku PKKyê hebûna DEAŞa rêxistina terorê ji xwe ra kiriye hincet û wiha dewam kir: "Qismek hêzên PKKyê li herêmê dibin sedema aloziyê. Ji serê ser va Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê bang kirin ku bila rêxistin ji vê derê derbikeve."
Dîzayî destnîşan kir ku PKK divê teqez ji Şengalê derbikeve û daxwaza wan jî ew e ku îdareya meşrû dest bi kar bike û gelê navçeyê jî rêveberiya navçeyê di nav xwe da kifş bike û bîne ser kar.
- Avakirina kabîneyê
Li Herêma Kurdistana Iraqê di 30yê Îlona sala 2018an da hilbijartina parlementeriyê hat kirin û ji ser wê wextê heta niha 8 meh derbas bû lê digel vî qewlî heta niha hikûmet nehatiye avakirin û Dîzayî vê yekê jî bi bîr xist û got ku îhtimal e hikûmeta koalîsyonê di nav hezîranê da bê damezrandin.
Berdevkê hikûmetê ragihand ku serokatiya rêveberiyê ya di sala 2017an da hatibû rakirin jî wê ji nû va bikeve rewacê û ji bo vê jî pêvajo wê li meclisê bimeşe.
- "Em dixwazin şirketên ji Tirkiyeyê li vê derê kar û bar bikin"
Di berdewamiya axaftina xwe da Dîzayî destnîşan kir ku di demên berê da tevlî şirketên ji Tirkiyeyê gelek projeyên baş kirin rewacê û wiha dewam kir: "Şirketên ji Tirkiyeyê bi taybetî jî di qada binesaziyê ya Hewlêrê da karên gelek baş kirin. Pêwîstiya hemû Iraqê bi projeyên wek fabrîqe, turîzm û çandiniyê heye û em dixwazin ew di vê qadê da veberhênanê bikin. Li vê derê hewcedariya me bi tenê bi avahiyên mezin na bi binesaziyeke aboriyê eleqedar dike va jî heye."AA