"PKK tevlî sûcên organîze û qaçaxcîtiya hişbirê dibe"

Rapora Hişbirê ya 2019an ya YEyê: "PKKya rêxistina terorê li Ewropayê tevlî sûcên organîze û qaçaxcîtiya hişbirê dibe."

"PKK tevlî sûcên organîze û qaçaxcîtiya hişbirê dibe"

Di Rapora Hişbirê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da hat eşkerekirin ku PKKya rêxistina terorê li Ewropayê tevlî sûcên organîze û qaçaxcîtiya hişbirê dibe.

Navenda Şopandina Emilandina Hişbirê ya Ewropayê (EMCDDA) û Europolê "Rapora Hişbirê ya 2019an ya YEyê" weşand.

Di raporê da hat destnîşankirin xelkê Ewropayê her sal bi awayekî perakende herî kêm 30 milyar ewro ji bona hişbirê xerc dike û wiha hat gotin: "Ev rewş jî dibe sedem ku piyaseya hişbirê li YEyê ji bona rêxistinên sûc dibe qezenceke mezin."

Di raporê da hat diyarkirin PKKya ku ji sala 2002an vir va di lîsteya rêxistina terorê da ye li Ewropayê "tevlî sûcên organîze û qaçaxcîtiya hişbirê dibe."

Berê jî di raporên Europolê da hatibû destnîşankirin PKK ji hişbirê salene di navbera 1,5 û 3 milyar dolarî da pere qezenc dike û bi vî pereyî jî zarok û ciwanan jehrî dike û pê çekan dikire.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE