PKK wê di lîsteya rêxistinên terorê ya YEyê da bimîne

Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da bimîne.

PKK wê di lîsteya rêxistinên terorê ya YEyê da bimîne

Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da bimîne.

Dadgeha şaxa Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku navenda wê li Luksemburgê ye di doza ku PKKya rêxistina terorê dijî Konseya YEyê vekiribû da biryar da.

Dadgehê biryar da ku wexta PKK di navbera salên 2014-2017an da di nav lîsteya rêxistinên terorê da cî digirt hin xetayên ûsûlê hebûn, lê li gor biryarên teze divê PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Konseya YEyê da bimîne.

PKKyê ji bona tevdîrên ku Konseya YEyê ji ber çalakiyên terorê datîne bên rakirin di Gulana 2014an da serî li Dîwana Edaletê ya Ewropayê dabû.

Konseya YEyê di 2002an da PKKyê tevlî lîsteya rêxistinên terorê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE