PKKyê li deriyê sînor ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da êrîşî hêzên ewlekariyê kir

PKKyê li deriyê sînor ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da êrîşî hêzên ewlekariyê kir

Endamên PKKya rêxistina terorê li deriyê sînor ê Fîşxabûrê yê di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û Sûriyeyê da bi kevir, molotof û daran êrîşî hêzên ewlekariyê kirin.

Di xebera "Kurdistan 24a" a navenda wê li Hewlêrê da hat diyarkirin ku Şewket Berbuhariyê Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Fîşxabûrê der barê mijarê da daxuyanî da.

Berbuharî diyar kir ku ji 100î zêdetir kesî bi kevir, molotof û daran va êrîşî hêzên ewlekariyê kir.

Di encama êrîşê da hin wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn, camên hin wesayîtên agirkujiyê şikestin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE