PKKyê êrîş bir ser Pêşmergeyan

PKKyê êrîş bir ser Pêşmergeyan

Hat ragihandin ku PKKya rêxistina terorê li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşî Pêşmergeyan kir.

Li gor nûçeya "Kurdistan 24" a saziya weşanê ya navenda wê Hewlêr e, endamên rêxistina terorê li ser sînorê Kanî Masiya girêdayî Amediya navçeya Duhokê êrîşî devera Pêşmerge lê ne kirin.

Hat gotin ku êrîş duh saet dora 16.50iyî da hat kirin û tiştek bi kesî nehat.

Berpirsê Operasyonên Fermandariya Zêrevanê ya Pêşmergeyan Tumgeneral Salar Teymur di 5ê Hezîranê da daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku PKKyiyan ji Çiyayê Gamnerkiya li ser Kanî Masiyê êrîşî cihê Pêşmerge lê diman, kiribûn.

Teymur destnîşan kir ku di êrîşê da roketavêj û BKC hatine bikaranîn û tiştek bi kesî nehat.

PKKyê sala par di 5ê Hezîrana 2021ê da li Amediya navçeya Duhokê li pêşiya Pêşmerge kemîn danî û êrîş kir. Di êrîşê da 5 Pêşmerge hatibûn kuştin û 7 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE