PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ciwanan ji malbatên wan diqetîne

PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ciwanan ji malbatên wan diqetîne

Malbata Neşe O.yê ya ku ji hêla alîgirên PKKya rêxistina terorê va ji Ren Vestfalyaya eyaleta Almanyayê hatiye revandin ji bo qîza xwe bibîne têdikoşe.

Li gor agahiyan Neşe O. (23) di 5ê çileya paşîn da ji mala xwe derket û careke din venegeriya ku ew ji hêla alîgirên PKKya rêxistina terorê va ji malbata wê hat qetandin.

Hat ragihandin Neşe O. ji ber ku hezkiriyê wê di nav rêxistinê da ye diçû komeleya Mala Kurdan û dihat, lê 2 meh berê ji malê derket û venegeriya.

Malbata wê lêgerîn kir û paşê hat tesbîtkirin ew ji hêla PKKyê va hatiye revandin.

Malbatê serî li rayedarên Almanyayê da û berpirsyarên komeleya Mala Kurdan gotin ewê qîza wan nîşanî wan bidin, lê tu geşedanek çênebû.

Di 1ê adarê da malbat dîsa hat komeleyê, lê vê carê hat gotin ew birine çol û bestê.

Dayik Remziye O. ji ber revandina qîza xwe xemgîn e û wê li ser medyaya civakî wiha got: "Ji kerema xwe alîkariya min bikin. Du meh e qîza min nîşanî min nadin. Ez diçim komeleya li Kolnê. Ji bo Xwedê ez ji her kesî alîkariyê dixwazim."

Dayikê bangî qîza xwe kir ku ew vegere.

Revandina Neşe O.yê va ev du bûyerên ku di medyaya Almanyayê da cih digire.

Beriya wê Maîde T. ya li Berlînê dijî ji bo qîza xwe Nîlufer T.ya sal û nîvek berê ji hêla rêxistinê va hatiye renavdin dest bi çalakiyê kiribû.

Maîde T. ji salekê zêdetir e li ber Serokwezşrtiyê çalakiyê dike lê rayedarên Alman hê tu bersivekê nedane wê.

Ji ber vê tevgera Almanyayê malbatên zarokên wan hatine revandin xemgîn dibin.

Li Almanyayê komeleyên di bin navê çandê da hatine vekirin ji bo endaman ji rêxistinê ra peyda bikin, mêjiyê ciwanan dişon. Ji ber ku rêxistin êdî ji Tirkiyeyê nikare zêde endaman peyda bike vê carê çavê xwe kutaye ciwanên li Ewropayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE