PKKya rêxistina terorê li Duhokê êrîşî pêşmergeyan kir

PKKya rêxistina terorê li Duhokê êrîşî pêşmergeyan kir

Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) PKKya rêxistina terorê êrîşî pêşmergeyan kir.

Berpirsê Operasyonan yê Fermandariya Zerevanî ya Pêşmergeyan General Salar Teymur daxuyand li Kanî Masiya nehiyeya Amediya navçeya Duhokê PKKyiyan êrîşî pêşmergeyan kir.

Teymur wiha axivî: "Vê êvarê li Çiyayê Gamnerkiyê ya li nehiyeya Kanî Masiyê PKKyiyan êrîşî cihê peşmergeyan kir. Di êrîşan da roketavêj û BKC hatin bikaranîn."

Teymur got peşmergeyan êrîş têk bir, mirî û birîndar tune ne.

PKKyê par di 5ê Hezîrana 2021î da jî li Amediya navçeya Duhokê êrîşî pêşmergeyan kiribû, 5 pêşmerge hatibûn kuştin û 7 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE