PKKya rêxistina terorê li HKIyê tesîrê li ser aborî û ewlehiya herêmê dike

PKKya rêxistina terorê li HKIyê tesîrê li ser aborî û ewlehiya herêmê dike

PKKya rêxistina terorê ji sala 1983yan vir va li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi cih bûye ku ji wir pê va ewlehî û aramiya gelê herêmê xirab dike.

Rexistina terorê heta îro bû sedema valakirina bi sedan gundên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyeyê.

Bi hezaran kes ji malên xwe bûn, çandinî û heywandarî li herêmê kêm bû û hikûmet nikare xizmetên binesaziyê, av û ceyranê bibe van deran.

Terorîst rê li ber welatiyên ku dixwazin vegerin malên xwe digirin.

Pêşmerge jî dem demî bi terorîstên ku aramiyê xirab dikin ra rûbirû dimînin û pevçûn çêdibin.

Ji ber mayînên PKKyê bi cih kirine di nav salan da gelek pêşmerge hatin kuştin.

- PKK bi PDK û YNKyê ra pev çû

PKKya rêxistina terorê 40 sal e li Iraqê bi hikûmeta herêmî û gel ra pirsgirêkên wî hene.

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştîmanên Kurdistanî (YNK) di 1993yan da bi hev ra dijî PKKyê şer kirin. Paşê di sala 1996an da PKK û PDK, di sala 2000î da jî PKK û YNK pev çûn. Di van pevçûnan da PKKyê derbeyên mezin xwar.

Di salên 1990î da PKKyê di nav bajêran da baregeh ava kir, lê ji ber pevçûnên xwe yên bi PDK û YNKyê ber bi çol û bestan vekişiya. Car caran jî êrîşên terorê kir û rê birîn.

- Li HKIyê dagirkeriya gundan

Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta HKIyê, PKKyê di 2015an da li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê 515 gund dagir kiribûn. Ji van 304 diketin nav sînorê Duhokê, 177 diketin nav sînorê Hewlêrê û 34 jî diketin nav sînorê Silêmaniyê.

Piştî operasyonên serkeftî yên Tirkiyeyê yên li dervayî sînor, rêxistina terorê ber bi aliyê Iraqê şiqitî xwarê û di 7 salên dawîn da 285 gundên din jî dagir kirin.

Serokwezîrê HKyê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya 27ê Sibata 2021ê da bal kişandibû ku ji ber hebûna PKKyê 800 gund jinûva nehatin avakirin û lewma li herêmê ew ê destûrê nedin hebûna PKKyê.

Ji ber peywendiyên nêzîk ên hikûmeta HKIyê yên digel Tirkiyeyê yên di warê siyasî, aborî û çandî da PKK rêveberiya herêmê bi hevkariyê digel Tirkiyeyê tawanbar dike û lewma êrîşî çavkaniyên wê yên aboriyê dike.

Rêxistina terorê gelek carî xeta boriyê ya petrola rêveberiya Hewlêrê teqand. PKKyê di 29ê Tîrmeha 2015an, 28ê Cotmeha 2020î û 18ê Rêbendana 2022yan da bi fermî ragihand ku wê êrîşî xeta boriya petrolê kir.

Li gorî rapora Komîsyona Darayiyê ya Parlamentoya HKIyê, ziyana rojane ya HKIyê ya ji ber teqandina xetê 10 milyon dolar e.

PKK van salên dawîn li hemberî hêzên pêşmerge di her firsendê da gefa şer dixwe. Rêxistinê di 5ê Hezîrana 2021ê da li Amediya navçeya Duhokê êrîşî hêzên pêşmerge kir, di encamê da 5 pêşmerge hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Serkirdeyê PKKyê Duran Kalkan piştî Operasyona Pence-Kilîtê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê ji çapemeniya rêxistinê ra xeberda, gef li PDKyê xwar û îdia kir ku "HKI dê bibe mîna Ukraynayê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE