Hat ragihandin li Dihoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê PKKya rêxistina terorê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kir.
Li gor nûçeya Kurdistan 24ê ku navenda wê Hêwlêr e PKKyê danê sibehê di saet 08.30yan da li Amediya navçeya Dihokê êrîşî ciyê Pêşmergeyan kiriye.
Cemal Emînkiyê Sererkan yê Wezareta Pêşmergeyan der barê meseleyê da daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê da kes nehatiye kuştin.
PKKyê di 5ê Hezîranê da jî li Amediya navçeya Dihokê ji bona hêzên Pêşmergeyan dafik danîbû. Wezareta Pêşmergeyan destnîşan kiribû 5 pêşmerge hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
AA