PKKya rêxistina terorê êrîşî Pêşmergeyan kir: Kuştiyek

PKKya rêxistina terorê êrîşî Pêşmergeyan kir: Kuştiyek

 Hat ragihandin ku PKKya rêxistina terorê li Dihokê pêşmergeyek kuşt.

Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, PKKyê li Derkara nehiyeya Zaxoya navçeya Dihokê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kir.

Edîb Ceferê Midûrê Ewlekariya Derkarê der barê bûyerê da got ku endamên PKKyê îro ber destê sibê bi tivinga nîşangeriyê êrîş kirin û pêşmergeyek hat kuştin.

PKKya rêxistina terorê di 5ê hezîranê roja şemiyê da li Amediya navçeya Dihokê dafik danîbû pêşiya Pêşmergeyan.

Wezareta Pêşmergeyan a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê diyar kiribû ku di encama dafik û êrîşê da 5 Pêşmerge hatin kuştin û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE