PKK/YPG li bakurê Sûriyeyê agir berî zeviyan dide û êrîşî sivîlan dike

Li herêma Kaniya Aştiyê ya Sûriyeyê ew agirê ku PKK/YPGya rêxistina terorê berî zeviyên sivîlan dabû hat temirandin û tepinka antîtankê ya di nav erd da veşarî jî ji hêla Tîma Tepink û Teqemeniyên Bidestçêkirî Tespît û Îmhe Dike va hat îmhekirin.

PKK/YPG li bakurê Sûriyeyê agir berî zeviyan dide û êrîşî sivîlan dike

Li herêma Kaniya Aştiyê ya Sûriyeyê ew agirê ku PKK/YPGya rêxistina terorê berî zeviyên sivîlan dabû hat temirandin û tepinka antîtankê ya di nav erd da veşarî jî ji hêla Tîma Tepink û Teqemeniyên Bidestçêkirî Tespît û Îmhe Dike (METÎ) va hat îmhekirin.

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da û got ku PKK/YPGya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê sûcên dijî mirovahiyê didomîne lê eskerên li herêmê temînata hizûr û ewlehiyê jî planên bêbext ên terorîstan badilhewa dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku terorîstên sivîlan ji xwe ra dikin hedef bi hatina havînê ra agir berî zeviyên sivîlan ên li herêmên Kaniya Aştiyê, Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê didin. Hat ragihandin ku sivîlên li wan herêman bi ber û berhemên ji wan herêman debara xwe dikin û terorîst di nav zeviyên agir berdidinê da jî tepink û teqemeniyan wek dafik vedişêrin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku agirê bi zeviyan ket bi mudaxeleya esker û sivîlan hat temirandin lê terorîstan ji dûr va gule berî gundî, esker û eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dan ku bila nikaribin agir bitemirînin.

Hat gotin ku herî dawîn li herêma Kaniya Aştiyê PKK/YPGya rêxistina terorê agir berî zeviya sivîlekî da û bi mudaxeleya gundiyan agir hat temirandin û di nav zeviyê da jî tepinka antîtankê ya veşartî hat dîtin.

Tepinka di nav zeviyê da berî bibe sedema bobelateke mezin ji hêla tîma METÎyê va hat îmhekirin û zirar negihîşt tu kesî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE