Plana belavkirina aşiyê ya Trump :"Heke em hevkariyê nekin dibe ku zêdetir kes bimirin"

Bîden: "(Plana belavkirina aşiyê ya Trump) Heke em hevkariyê nekin dibe ku zêdetir kes bimirin"

Plana belavkirina aşiyê ya Trump :"Heke em hevkariyê nekin dibe ku zêdetir kes bimirin"

Joe Bîdenê wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin daxuyand ew dixwazin di nav demeke kurt da xwe bigîhînin planên rêvebiriya Trump ya der barê belavkirina aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da û wiha got: "Heke em hevkariyê nekin dibe ku zêdetir kes bimirin."

Bîden hin karsaz û kesên bi aboriyê ra eleqedar in ra hat bal hevdu û paşê behsa planên xwe yên ku wê gavan bavêje kir.

Bîden anî ziman ew dixwaze vîrusê kontrol bike û aboriyê dîsa wek berê bine rewşeke normal û wiha dewam kir: "Li pêş me zivstaneke zehmet heye. Beriya ku kar û rewş baş bibe wê bêtir zehmettir bibe. Divê li dijî Kovîdê têkoşîn bê dayîn. Bi vî awayî em dikarin kargehan biewle  vekin, vegerin jiyana xwe û vê şewbê li dû xwe bihêlin. Wê zehmet be, lê em dikarin bi ser bikevin."

Bîden daxuyand ew dixwazin di nav demeke kurt da xwe bigîhînin planên rêvebiriya Trump ya der barê belavkirina aşiya vîrusa koronayê  da û wiha got: "Heke em hevkariyê nekin dibe ku zêdetir kes bimirin."

Ji bo kargehên biçûk û miteşebisan jî Bîden got divê piştgiriya wan bê kirin û Kongreya Amerîkayê divê heman bicive û pakêteke alîkariyê ya aboriyê derhal bixe revacê.

Li ser pirsa heke aşiyên Pfîzer û Modernayê yên ji bo Kovîd-19ê çêkirin bê pesendkirin ewê vê aşiyê li xwe bixe an na jî Bîden wiha got: "Dr Faucî an jî ev herdu şirket bigîhîjin wê armancê ku ev aşî ewle ye, di mijara aşîbûnê da ez dudilî nabim."

Joe Bîden got tekane sedema însanan ya bawernekirina aşiyê Trump e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE